Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê derbarê şandina petrolê de dicive
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro civîna xwe ya heftane dike û şandina petrola Herêma Kurdistanê jî di civînê de dê bê gotûbêj kirin.
Îro 19.02.2025ê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Civata Wezîran dê li ser 3 mijaran bicive.
Di civînê de derbarê beşdariya şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî a li Lutkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayî, şandina petrola Herêma Kurdistanê û tevdîrên yekxistina kalîte kontrol a di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê, dê ew hersê mijar bên gotûbêj kirin.
Basnews
