Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve ya Tirkiyê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şandeya li gel kir û herdu alî hemramanbûn li ser pêwîstiya destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê.
Îro 18.02.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyê Berris Ekîncî û şandeya li gel kir. Di hevdîtinê de danûstan derbarê derfetên pêşxistina peywendiyên dualî de hatin gotûbêj kirin, bi taybet di warê danûstanên bazirganî û enerjî de danûstan pêkhatin.
Herdu alî hemramanbûn li ser pêwîstiya destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ve, bi taybet piştî pejirandina nûjenkirina yasaya budceya federal a ji aliyê encûmena nûneran ve û taybet xercên derxistin û veguhestina petrola Herêma Kurdistanê jî hatin berçavkirin.
Herwiha guftûgo derbarê projeya Rêya Geşepêdana û girêdana welatên Kendavê û Iraqê bi rêya hesinî bi Tirkiye û Ewropayê re, hate kirin û di vê derbarê de tekez li ser beşdariya Herêma Kurdistanê di vê projeya stratejîk de hat kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guhertin û pêşhatên rewşa Sûriyeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hat kirin.
