Umêd Xoşnaw: Em hêvî din pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir bipêş ve biçin
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser hevdîtinên şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê li Herêma Kurdistanê ragihand, “Em hêvî din ku piştî vegera şandeyê, pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir û çaktir bipêş ve biçin.”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ligel şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 17ê Sibatê konferanseke rojnamevanî derbarê hevdîtinên şanda DEM Partiyê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de lidar xist.
Parêzgarê Hewlêrê di destpêkê de pêşwazî li şanda DEM Partiyê kir û got: “Şanda Îmraliyê ku ji endamên çend partiyan siyasî, parlamenter û parêzerên Abdullah Ocalan pêk hatibû, duh bi Serok Barzanî re û îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan.”
Umêd Xoşnaw da zanîn: “Şandayê di hevdîtinên xwe de, ji bilî gihandina silav û rêzê Abdullah Ocalan bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyama taybet a Ocalan gihandin Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê.”
Herwiha got: “Tevî bi germî pêşwazî li vê şandeyê dikin, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin. Herêma Kurdistanê derbarê proseya aştiyê de, di dema borî de roleke wê ya giring hebû û niha jî piştevaniyê li proseya aştiyê dike. Herwiha hêvî din ku piştî vegera şandeyê, pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir û çaktir bipêş ve biçin.”
Bayindir: Çareserkirina pirsa Kurd dê bandorê li herêmê jî bike
Ji aliyê xwe ve, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ku endamekî şanda DEM Partiyê bo Hewlêrê ye di konferansa rojnamevanî de got: “Hevdîtinên me bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gelek baş bûn û dê bandoreke erênî li ser pêşketina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike.”
Bayindir got jî: “Gelê Kurd hêvî dike ku li ser bingeha demokrasî û dadweriyê pêvajoyeke nû ya aştiyê bê ragihandin. Çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêguman wê bandoreke wê ya erênî li parçeyên din ên Kurdistanê û heta li Rojhilata Navîn jî bike.”
Herwaha got: “Pirsa kurd bûye pirseke herêmî û navdewletî û hemû welatên navçeyê gotûbêjan li ser çawaniya çareserkirina vê pirsê dikin, lê helwest û rola berpirsên Kurd ji yên hemû aliyên din bi bandortir e.”
K24
