Nêçîrvan Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK peyama Birêz Ocalan qebûl bike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê got, “Em hêvî dikin ku PKK peyama Birêz Ocalan qebûl bike.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) roja înê dest pê kir û îro bi dawî bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji beşdaran bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên li ser rojevê û serdana Heyeta Îmraliyê ya Başûrê Kurdistanê bersivandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got:
“Heyeta Îmraliyê peyama Birêz Abdullah Ocalan aniye Hewlêrê, em hêvî dikin ku peyama aştiyê be.
Em hêvî dikin ku PKK peyama Birêz Ocalan qebûl bike.”
Çend gotinên Nêçîrvan Barzanî yên di konferansa rojnamegeriyê de:
“YNK û PDK di nav gotûbêjeke cidî de ne da ku Kabîneya Dehem ava bikin û geşbîn in ku dê di demeke nêzîk de li hev bikin.
Tirkiye ji bo pêvajoya aştiyê hewleke zêde dide. Maye li ser peyama Birêz Abdullah Ocalan. Ev mesele bi tundiyê çareser nabe.
Em pêşbînî dikin ku şandeya DEM Partiyê peyama aştiyê bi xwe re anîbe û em hêvîdar in ku dê bangeke aştiyê ji aliyê birêz Ocalan ve were kirin û em dîsa hêvî dikin ku PKK jî helwesteke erênî nîşan bide û peyama Birêz Ocalan qebûl bike.
Me civîneke baş bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re kir, me behsa mijarên hevbeş kir ku di navbera Amerîka û Îraqê de hene.
Me Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê vexwend ku were Îraqê û beşdarî merasîma vekirina Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê bibe.
Me hewl daye ku em birayên xwe yên li Sûriyeyê biparêzin û em heta astekê jî bi ser ketine.
Me gotiye ku divê birayên me yên Kurd bi hev re herin Şamê.
Em dê li Sûriyeyê bibin faktora aramiyê û bangî birayên xwe yên Kurd dikin ku xwe wekî xwediyê Sûriyeya nû bibînin.
Em hêvîdar in ku Serokê Sûriyeyê hewl bide ku hemû pêkhate beşdarî qonaxa nû bibin.”
Serok Mesûd Barzanî îro saet 10:00an li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Heyeta Îmraliyê re civiya.
Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinê çû Keleha Hewlêrê û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hevalbendiya Heyetê kir.
Rudaw
