• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li rojhilatê Qeza Pêncwênê erdhej pêk hat

Gulan Media February 14, 2025 Nûçe
Li rojhilatê Qeza Pêncwênê erdhej pêk hat

 Îro roja Înê 14.02.2025, Desteya Giştî ya Meteorolojî û Erdheja Iraqê ragehand, ku li bakûrê rojhilatê bajarê Pêncwênê li parêzgeha Silêmaniyê, erdhejek pêk hatiye.

Desteya Meteorolojiyê ragehandiye, ku îro serê sibeha înê Desteya me(ajansa meteorolojî) erdhejeke bi kûrahiya 4 kîlometre ye li bakûrê rojhilatê bajarê Pêncwênê ve dûr tomar kiriye.

Li gor wê daxuyaniyê, meziniya erdhejê gehiştiye 3.9 pileyan, ev jî amajeye bo wê ku ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye hest kirin, lê heta niha ti ziyaneke canî û ziyaneke madî ya mezin di derbarê encama erdhejê de nehatiye ragehandin.

 

Basnews

Top