• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê li gel Wezîrê Enerjî û Jêrxana Îmaratê civiya

Gulan Media February 13, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê li gel Wezîrê Enerjî û Jêrxana Îmaratê civiya

Îro 13.02.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubayî li gel Wezîrê Enerjî û Jêrxan a Îmaratê Suheyl El Mezruî civiya.

Di hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amadebûyî de, pêşxistina alîkarî û hemahengiyên di navbera herdu aliyan ên di warên enerjî û pêşxistina jêrxana aborî hatin gotûbêj kirin.

Serokê Hikûmetê kurteyek derbarê çaksaziyên hikûmetê yên di warên enerjî û baştirkirina sektora elektrîkê û xizmetguzariyên giştî û hewldanên hikûmetê yên ji bo dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî ya li Herêma Kurdistanê ku armanc ew e heta dawiya sala 2026ê temam bibe.

Wezîrê Enerjî û Jêrxana Îmaratê amadebûna temam a welatê xwe nîşan da, ji bo alîkarî kirina Herêma Kurdistanê re, di warê sûdwergirtina li şarazayiya Îmaratê ya di warê enerjî û enerjiya nû dibe û elektrîkê de bike.

 

Basnews

Top