Serok Barzanî pêşwazî li Xemîs Xencer kir
Serok Mesûd Barzanî îro 13.02.2025ê pêşwazî li kesayetiya diyar û Serokê Hevpeymaniya Siyade Iraqê Xemîs Xencer kir.
Li gor Baregayê Barzanî ragehandiye, Îro 13ê Şubata 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya kesayetiyê diyarê Iraqî û Serokê Hevpeymaniya Siyade, birêz Xemîs Xencer kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal.
Basnews
