• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê civiya

Gulan Media February 12, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê  civiya

Roj 11.02.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarî kirina di lûtkeya Cihanî ya Hikûmetan de li Dubayê, li gel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê Casim Mihemed El Bidêwî, civiya.

Di civînê de ku cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî jî amadebû, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên kendavê de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û ber bi pêşvebirina navçeyê hat kirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de pêşhatên rewşa giştî ya Sûriyê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser parastina aramî û ewlehiyê li Sûriyê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê hevdeng bûn.

 

Basnews

Top