Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kuweytê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin
Roja 11.02.2025, Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî li Dubayê li gel Serokwezêrê Kuweytê Şêx Ehmed Ebdulah El-Ehmed El-Sebah civiya.
Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Gubad Talebanî jî tê de amade bû, Serokwezîr silavên Şêx Meşel El Ehmed El Cabir El Sebah Emîrê Kuweytê gihandin Serokwezîr û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî û pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuweytê di warên cuda cuda de kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.
