• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li nivîskarên Kurd dike

Gulan Media February 11, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li nivîskarên Kurd dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 55 saliya damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir û got: “Nivîskarên Kurd her tim bi dilsozî kar û xizmet ji bo parastina nasnameya niştimanî ya Kurd û Kurdistanê û avakirina civakeke hişmend û pêşketî kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Sibatê di peyamekê de got: “Pîrozbahiyê li bîranîna 55 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskarên Kurd pîroz dikim. Ez ji wan re pêşkeftin û serkeftinên berdewam dixwazim. Ez amadehî, rol û xizmeta wan a pîroz di pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî de bilind dinirxînim.”

Nêçîrvan Barzanî got ku nivîskarên kurd hertim kar ji bo parastina nasnameya neteweyî ya kurd û avakirina civakeke hişyar û pêşkeftî kirine û ked dane, roleke wan a berçav di kûrkirina çand û nirxên pêkvejiyanê, hevpejirandin û lêborînê di civaka Kurdistanê de dibînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihand, nivîskarên Kurd di dema borî de roleke erênî lîstine, di rewşa îroyîn de jî. Herêma Kurdistanê û civaka Kurd ji her demê zêdetir pêdiviya wê bi xamava nivîskarên berpirs û xwedî raman û prensîbên baş heye, ku rola wan di yekrêzî û berevanîkirina mafên mirovan û destkeftiyên Kurdistanê de hebe.

Nêçîrvan Barzanî got: “Di vê bîranînê de, silavê bo giyan û bîranînên wan nivîskaran dişînin ku bi hemû hêz û şiyanên xwe xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine.”

 

K24

Top