Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dubayî beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dike
Îro 10.02.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeyekî hikûmetê, ber bi Îmartê ve birêket. Armanca serdana Serokê Hikûmetê ji bo beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a rojên 11 heta 13yê vê mehê dê li bajarê Dubayî birêve biçe bibe.
Di dema birêveçûna wê lûtkeyê de, Serokwezîr Barzanî dê zincîreyek hevdîtin û civînan li gel hejmare ji serok û rêveber û berpirsên payebilind ên cîhanê encam bide.
Di wan hevdîtinan de dê gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welat û aliyên beşdarbûyên lûtkeyê û berfirehkirina asoya alîkariyên hevbeş, bi taybet di warên aborî û veberhênan û bazirganî û geşepêdanê de bê kirin, herwaha guhertinên dawiyê yên li Iraq û navçeyê jî bên gotûbêj kirin.
Beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê beşeke ji wan hewldanên berdewam ên Serokê Hikûmetê ji bo beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê li konferans û formên navnetewî, ji bo armanca bihêzkirina rol û pêgeha Herêma Kurdistanê wek faktor û hevbeşekî bi bandor û cîhê baweriyê di nav civaka navnetewî de bigre.
Basnews
