Rêveberiya Trump rezamendî li ser firotina çekan ji Îsraîlê re bi nirxê milyaran dolaran pejirand
Du roj piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump a li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu, Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî Kongre ji planên firotina çekên Amerîkayê ji Îsraîlê re bi nirxê 7.4 milyar dolaran agahdar kir, ku bombe û mûşekên herî pêşketî jî di nav de ne.
Rêveberiya Trump ragehand, ku rezamendî li ser firotina çekên leşkerî ji Îsraîlê re bi nirxê 7.4 milyar dolaran hatiye pejirandin.
Peyman li ser firotina bombe û teqemeniyane bi nirxê 6.75 milyar dolaran, li gel 3 hezar mûşekên AGM-114 Hellfire ku ew jî bi nirxê 660 milyon dolare.
Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) vê derbarê de ragehand, Wezareta Derve rezamendî li ser firotina paketeke çek ji Îsraîlê re nîşan daye, ku nirxê wê nêzîkî 6.75 milyar dolare û Kompanyaya Boing û çend kompanyayên din peymankarên serekî dibin.
Herwaha behsa wê yekê hatiye kirin ku peymaneke din bi nirxê 660 milyon dolaran heye, ji bo firotina 3 hezar mûşekên AGM-114 Hellfire û amûrên wê ye û kompanya Lokhed Martin peymankarê serekî dibe.
Ev daxuyanî rastî heman demê hat ku serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu bo Washingtonê ya ji bo pêkanîna hevdîtina li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirsên rêveberiya Amerîka û endamên Kongreyê pêkhat.
Basnews
