Koşka Êlîzê: Macron daxwaz ji Ehmed Şera kir HSD beşdarî qonaxa veguhêz bibe
Koşka Êlîzê îro 06.02.2025 di ragehandinekê de amaje da, “Di danûstandinên navbera Serokê Fransayê Emanuel Macron û Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera de, Macron hêviya wê yekê kiriye ku piroseya damezrandina hikûmeta veguhêz bi xwesteka gelê Sûriyê re bigunce.”
Koşka Êlîzê herwesa eşkere jî kiriye, “Macrob tekez li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê kiriye.” Amaje jî daye, “Macron tekez li ser piştevaniya Fransayê ji bo HSDê diyar kiriye û daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku HSD tevlî qonaxa veguhêz bibe.”
Serokê Fransayê Emanuel Macron duh Çarşem, 05.02.2025 di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Ehmed Şera kir, bi wê helkeftinê ku bûye Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz.
Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera jî spasiya peywendiya tilefonî ya Serokê Fransayê Emanuel Macron kir, tevî piştevaniyên gelê Fransayê ji bo xelkê Sûriyê di dema 14 salên borî de. Tekez jî kir ku, Sûriye li deverê û cîhanê dibe karaktereke çalak.
