Çavdêrekî siyasî: Ew parlamenterên kurd ên ku ji bo Kîlabî û çend parlamenterekî faşîst li çadira Silêmaniyê kirin xiyanet û cehştî û xwefiroşî bû
Çavdêrekî siyasî ragehand, ew şanogeriya duh çend parlamenterekî kurd ji bo Kîlabî û hejmarek parlamenterên faşîst ên dijî kurdan kirin û bi merasîmekî anîn ji bo ku rondikên tîmsahî birjînin, heta dawiyê xiyanet û cehştî û xwefiroşî bû. Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku ew parlamenterên kurd bûne kewa sor a ber wê taximê eger rojekî derfet hebe divê li pêş dadgehekî dadperwer a niştimanî li ser wî karî bên dadgeh kirin û bên ceza kirin.
Çavdêrê siyasî Dr. Methet Silêman ji BasNewsê re ragehand, mixabin ji bo wan endamên parlamenter ên kurd, ku hemû deman li dijî Herêma Kurdistanê diaxivin, ji bo wan parlamenterên Iraqî, ku bê ku dûvçûn ji bo wan hemû Lubnanî, Îranî û biyaniyên li ser budceya Iraqê kirine fermanberên bindîwar ango sexte û mûçe ji bo welatê wan diçe, li hember diziya sedsalê û sedan gendeliyên din wek em dibînin li hember wan hemûyan bêdengin. Yek ji wan parlamenterên ereb ango Yusif Kîlabî digot me gol avête kurdan. Naha ew parlamenterên kurd ango me bixwe ew anîne bi zimanê erebî daxuyaniyê ji bo xwepêşandan û kesên grevê de ên kurd di bin çadira grevê de didin. Ew yek cehalet û heta dawiyê xiyanete û xwefiroşî ye.
Herwaha got: ‘’Ew merasîma kirêt kirin, ew yek dûre ji exlaq, rondikên tîmsahî dirjînin, lê her ew kes bixwe bûn mûçeyê Kurdistanê birîn. Ew kar mixabin bi kewên sor hatin kirin û xiyanet û xwefiroşiye û îflasa siyasî ye. Bi piştrastî dê navê wan hemûyan biçe sergoya dîrokê û rojek dê bê li dadgehekî niştimanî de bên dadgehî kirin.’’
Dr. Methet got, tişta naha li Silêmaniyê di bin navê grev û xwepêşandanê tê kirin, tenê ji bo têkdana rewşê û dijî rêkeftina li navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirine û diyar kir: ‘’Tişta pêktê dest li pişt hene ji bo têkdana wê rêkeftinê. Eger na di bin navê grevê de ma daxwaza çi dikin? başe çima ewên ku grevê dikin napirsin, ew hemû dahat û pareyê li sînorê Silêmaniyê çi lê tê? Çima ji berpirsên wî sînorî wê pirsê nakin? Çima berê wan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye? Di vê derê de aşkera dibe ku dixwazin çi bikin.’’
basnews
