• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û konsulê nû yê Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin

Gulan Media February 5, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û konsulê nû yê Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî kir.

Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Baranî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast.

Da zanîn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de kirin.

 

K24

Top