• Tuesday, 10 February 2026
logo

Fransa: Bijîşkekî destdirêjiya seksî li ser 300 zarokan kiriye

Gulan Media February 4, 2025 Civakî
Fransa: Bijîşkekî destdirêjiya seksî li ser 300 zarokan kiriye

Li Fransayê, Joel Le Scornec ê 73 salî, di dema xebata xwe ya 25 salan de bi destdirêjiya seksî li nêzî 300 zarokan tê sûcdarkirin.

Li gor çapemeniyên Fransayê, wî bijîşkî di dema bikar anîna madeyên hişber de destdirêjî li ser zarokan kiriye, ji ber wê sedemê jî di mezintirîn doza "Pedophilia" ya dîrokê de tê darizandin.

Di wê dosyayê de ku di vê mehê de li dadgeheke Fransayê tê destpê kirin de, ew bijîşk bi tometa zêdetir ji 100 karên seksî yê bi zorê û 150 destdirêjiyên seksî tê darizandin. Herwaha berê jî di dosyayeke din de cezayê 15 sal girtîgehê li ser hatibû sepandin.

Di encama lêkolînan de derketiye holê ku rayedaran derfeteke zêde ji dest dane ji bo pêşîlêgirtina tawanan. Tevî hişyariyên rayedarên ewlehiyê yên pêwendîdar û giliyên xebatkarên nexweşxaneyê jî destûr jê re hatiye dayîn ku karê xwe bidomîne.

Joel Le Scornec di sala 2017’an de bi sedema destdirêjî kirina ser zaroka ciranê xwe ya 6 salî hatiye girtin, di mala wî de ji bilî bûkên seksê yên bi mezinahiya zarokan, zêdetirî 300 hezar wêneyên destavêtinê hatin dîtin. Herwaha di bîranînên xwe de, xwe wekî " Pedophilia ê bextewar" binav kiriye.

Bijîşkê ku li çar herêmên cuda yên Fransayê li nexweşxaneyan dixebitî, bi sûcdariya destavêtina tund 20 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

 

Rudaw

Top