Li Silêmaniyê termê keçekê bi kuştî hat dîtin
Demjimêr 9:55 ê îşev termê keçeke temen 24 sal li nêzîk mizgefta Rehman li bajarê Silêmaniyê hatiye dîtin.
Li gor agahiyên destpêkê, şopa 5 fîşekan di laşê wê keçê de diyare û tê guman kirin ku hatibe kuştin.
Hêzên polîsê belgeyên tawanan di derbarê sedema bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye. Heta vê demjimêrê jî nasnameya wê keça hatî kuştin nehatiye aşkera kirin û sedema pişt bûyerê ronî nîne.
Basnews
