Serokê Şaredariya Stenbolê tê darizandin
Serokê Şaredariya Srenbolê ji bo dadgehê hatiye vexwandin û ji ber du sedeman diçe beranberî dadwerî.
Ji ber kirina gefan li Serdozgerê Giştî û binavkirina wî wekî çekoçê destê Tirkiyeyê, Serokê Şaredariya Srenbolê Ekrem İmamoğlu ji bo dadgehê hat vexwandin û diçe beranberî dadwerî.
Serokê Şaredariya Srenbolê Ekrem İmamoğlu îro (În, 31.01.2025) ji bo darizandinê diçe beranberî dadwerî, herwesa bi sedan kes jî ji bo piştevanîkirina wî li beranberî dadgehê kom bûne.
Peyamnêrê K24ê Murad Ekîncî got, “Serokê Şaredariya Srenbolê Ekrem İmamoğlu ji ber du dozan diçe beranberî dadwerî, ya yekê; kirina gefan li Serdozgerê Giştî yê Stenbolê Akin Gurle ye, ku İmamoğlu di yek ji gotarên xwe de ragehandibû, Serdozgerê Giştî yê Stenbolê fermana xwe ji hikûmetê werdigire û ew wekî çekoçê destê Hikûmeta Tirkiyeyê binav kiribû.”
Ekîncî amaje jî da, “Doza duyê girêdayî tometbarkirina şarezayekî qanûnî ye ku İmamoğlu gotibû, ew şarezayê qanûnî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve di tevaya dozên Stenbolê û şaredariyên CHPê de hatiye serpişkkirin, herwesa di hemî raportên xwe de jî helwesteke xirab hebû.”
K24
