• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Nînowa cezayê darvekirinê ji bo 15 tometbarên terorê derket

Gulan Media January 29, 2025 Nûçe
Li Nînowa cezayê darvekirinê ji bo 15 tometbarên terorê derket

Desthilata Dadweriya parêzgeha Nînowayê, îro 28.01.2025 ragehand: 15 mehkûmên terorê bi îdamê û cezayê muebbetê hatin cezakirin.

Ajansa Îstîxbarata Lêkolîna Federalî li parêzgehê ragehandiye: 15 kesên ku cezayê îdamê an jî hepsa heta hetayê li wan re hatiye birîn, bi tawana kiryarên terorîstî hatine mehkûmkirin û berê ji aliyê ajansê ve hatibûn girtin.

Herwaha dibêje: Tawanbar ji xwe mukir hatin ku di çendîn êrîşên li ser hêzên asayîşê beşdar bûne, ji wan jî di êrîşên hêzên asayîşê li Nînowayê di dema azadkirina navçeyan ji destê DAIŞê de, herwaha di çend cihên din de jî wekû qeza Tilkîf û bendava Musil û qeza Mexmûrê.

 

 

Basnews

Top