• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zaxo – PKKê 2 zêrevanên sînor şehîd kirin

Gulan Media January 25, 2025 Nûçe
Zaxo – PKKê 2 zêrevanên sînor şehîd kirin

Li qezaya Batîfa ya Zaxoyê, çekdarên PKKê êrîş kir ser xaleke hêzên zêrevaniya sinorî, du zêrevan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan îro 24.01.2025 hejmareke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sinorê qezaya Batîfa ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê êrîş kirin ser xaleke hêzên zêrevaniya sinorê Îraqê.”

Hat ragehandin di encama êrîşa PKKê 2 zêrevanên sînor şehîd bûn û kesek din jî birîndar bûne, lê tenduristiya wî di cîh de ye.

Hat ragehandin hersê qurbanî jî rûniştvanên Herêma Kurdistanê ne û navên wan herdu zêrevanên şehîd bûne yek ji wan navê wî Elî Remezan Îsmaîl e û xelkê qeza Sêmêlê ye û yê din jî navê wî Mêhvan Nacî Mîr Şeref e û rûniştvanê bajarê Duhokê ye.

 

Basnews

Top