• Wednesday, 11 February 2026
logo

Edene diheje: Di 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn

Gulan Media October 28, 2024 Nûçe
Edene diheje: Di 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn

Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê di nava 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn.

Doh êvarê li navçeya Kozanê ya Edeneyê erdhejeke bi hêza 5 pileyan çêbû.

Piştî wê erdhejê Edene tim diheje û di nava 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn ku ya herî mezin 3,3 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku xebatên wan ên li qadê berdewam dikin.

Li hêla din, li hinek gundên Kozanê jî carinan kahreba qut dibe.

Parêzgarê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber erdheja şevê din ti avahî nerûxiyane.

 

Rudaw

Top