Serokomarê Îranê: Emê bersiveke guncaw bidin Îsraîlê
Serokomarê Îranê ragehand, “Komara Îranê li pey şer nîne lê soz daye ku bersiveke guncaw ji bo êrîşên vê dawiyê yên Israîlê yên li ser pêgehên leşkerî yên Îranê bide.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 27.10.2024 di civîna kabîneya hikûmeta xwe de ragehand, “Komara Îranê li pey şer nîne lê soz daye ku bersiveke guncaw ji bo êrîşên vê dawiyê yên Israîlê li ser pêgehên leşkerî yên Îranê bide.”
Mesûd Pizîşkiyan di civîna kabîneya hikûmeta xwe de got, “Em li pey şer nînin, belkî em berevaniyê ji mafên gelê xwe û welatê xwe dikin.” Herwaha got, “Em dê berisveke guncaw ji bo destdirêjiyên rijêma Sehyonîst bidin.”
Artêşa Israîlê li serê sibeha roja Şemî 26.10.2024 bi zêdetirî 100 balafir û dronan êrîş kir ser Îranê, ew jî wekî tolvekirina êrîşa berfireh a Îranê ku bi moşekên balistîk li roja 01.10.2024ê êrîş kir ser Israîlê.
Her li roja Şemî 26.10.2024, Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa Israîlê ya li ser pêgehên leşkerî yên Îranê wekî “binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û carnameya Neteweyên Yekgirtî” wesifkir. Amaje jî da, “Îranê maf heye berevaniyê ji xwe bike, piştî wê lêdana Israîlê.”
Basnews
