Serok Barzanî li gel Qasim Erecî civiya
Behsa pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin.
Duhê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî kir.
Di civînê de jiber serkeftina prosesa hilbijartinê û herwiha serkeftina lîsteya PDK Erecî pîrozbayî li Serok Barzanî kir.
Her di heman civînê de nîqaş derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li deverê de hate kirin û tekez li ser parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê hate kirin.
