• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî nameyeke serxwaşiyê belav kir

Gulan Media October 26, 2024 Nûçe
Serok Barzanî nameyeke serxwaşiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî îro 25.10.2024 peyameke serexweşiyê ji bo koça dawiyê ya nivîskar û zimannas û zanaya Fransayî Profesor Joyce Blau, parve kir.
Serok Barzanî ragehand, “Bi mixabiniyeke zêde nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û zimannas û zanaya Fransayî Profesor Joyce Blau gehişt min.”
Serok Barzanî amaje jî da, “Profesor Joyce Blau piştevan û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû û xizmeteke zêde pêşkêşî ziman û edebiyata Kurdî û Enstîtyota Kurdî li Parîsê kir.
Serok Barzanî herwesa got, “Profesora Xudêjêrazî heq li ser me tevan heye û dilgermî û zehmetên wê ji bo xizmetkirina Kurdan nayên jibîrkirin.”
Tekista behînameya Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û zimannas û zanaya Fransayî Profesor xanima Joyce Blau gehişt min. Xanima Joyce Blau piştevan û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû, ku xizmeteke zêde pêşkêşî ziman û edebiyata Kurdî û Enstîtyota Kurdî li Parîsê kir û heq li ser me tevan heye û dilgermî û zehmetên wê ji bo xizmetkirina Kurdan nayên jibîrkirin.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û aşna û alîkarên Xudêjêrazî Xanima Joyce Blau û hemî nivîskar û zimannasên Kurd dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Canê Xudêjêrazî Xanima Joyce Blau şa û bîranîna wê herdem bilind bimîne.

Mesûd Barzanî
25ê Cotmeha 2024ê

 

 

Basnews

Top