Hêmin Hewramî: Deriyê PDKê ji bo hemû aliyên serkeftî vekiriye bo pêkanîna Hikûmetê
Partiya Demokratiya Kurdistanê bi bidestanîna zêdetir ji 800 hezar dengan, di pêşengiya encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ye ku di 20ê Cotmehê de li Herêma Kurdistanê birêve çû û karî 39 kursiyên parlamentoyê ji tevahiya 95 kursiyên aliyan di hilbijartinê de bidest bîne, ji bilî 5 kursiyên pêkhateyan.
Pêkanîna Hikûmetê
Di bin ronahiya wan encamande, Berpirsê Ofîsa Rêxistina PDKê û Serpereştiyarê Lijneya Bilind a Hilbijartinên PDKê Hêmin Hewramî, tekez kiriye ku PDKê di wê hilbijartinê de hejmara pîvaneya şikandiye û kariye zêdetir ji 800 hezar dengan ji 2 mîlyon deng bidest bîne.
Herwaha dibêje, ku PDK li Kurdistanê xwedî dîrok û erdnîgariyeke berfereh e, Hikûmeta dehemîn bê guman dê di bin serokatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî de be, ku di heman demê de serokatiya hikûmeta berê jî dikir.
Hêmin Hewramî di hevpeyvîneke li gel kanala Cezîre Net tekez kiriye ku deriyê PDKê bo hemû wan aliyan vekiriye ku kursiyên wan li parlamentoyê de heye bo pêkanûna hikûmeta demêpêş, herwaha PDK kar bo beşdarî kirina hemû aliyekî di hikûmetê de dike û kar dike bo ku Kurdistan aramtir û avedantir be.
Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê hatin ragehandin, derketiye ku PDK bi rêjeya sedî 40 serkeftin bidest aniye, bi komkirina zêdetir ji 800 hezar deng. YNK bi rêjeya ji sedî 20 û nêzî 400 hezar dengan bû duyemîn. Di hilbijartinê de rêjeya beşdariyê ya dengên giştî sedî 72 bû.
Basnews
