Partî li Kurdistanê tekane Hizbe ku nûnereke kurdên Êzidî gehande Parlamentoyê
Berpirsê baskê 17 yê Şingalê ya PDKê amaje bi wê dide ku Partiya Demokrata Kurdistan li derveyî kota û wek tekane Hizb li Kurdistan û berevaniya rasteqîneya hemû pêkhateyan, berbijêreke ser bi pêkhateya kurdên Êzidî gehande Parlamentoya Kurdistanê.
Berpirsê basê 17 yê Şingalê ya PDKê Nazim Herkî ji BasNewsê re axivî û got, “PDK li Parlamentoya Iraq û Kurdistanê jî, hertim nûnerên kurdên Êzidî şandiye Parlamentoyê, bo vê carê jî PDKê bo gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, Nûnereke Êzidî li pişka xwe şande Parlamentoya Kurdistanê û li Parlamentoya Kurdistanê de dibe berevankara rasteqîne ya kurdên Êzidî, ev jî helwesta PDKê ye bo kurdên Êzidî û bi kêfxwaşî ew hemû plan vala derxist ku dixwastin li Şingalê û xelkê hêja yê Êzidî li dijî PDKê pêk bînin.”
Herwek ronî jî dike, “PDK di vê hilbijartinê de 230 hezar deng zêde kiriye, bi tenê Partî li parêzgeha Duhokê 400 hezar deng aniye, dengên PDKê li Duhokê bi qasî hemû dengên YNKê ye li ser asta Kurdistanê.”
Herwaha got, “Ew druşmên ku YNKê bo hilbijartinê hilgirtibûn, hemû encamên wan wergirtiye, xelkê Kurdistanê li ser bingehê druşma rastîbûn deng dan PDKê. Lewma PDK amadekarî dike bo hilbijartina demê pêş a Parlamentoya Iraqê û Encûmena Parêzgehan, ku ber bi hilbijartinên girîng ve diçe, Bo vê armancê jî ber bi hêza mîlyonî ve pêngav davêje.”
Basnews
