Pûtîn hişyariya şerekî cîhanî li Rojhilata Navîn dide
Duh 24.010.2024, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di lûtkeya forma aborî ya BRICSê li bajarê Qazanê de hişyarî da ku li Rojhilata Navîn şerekî giştgir a cîhanî heye.
Daxuyaniya Pûtîn di demekî de ye, ku Rûsya û Okrayna bo dema 2 sal û heşt mehe ku di şer de ne û Îsraîl jî ji bilî şerê li gel Hemas û Hizbulahê, li gel Îranê jî li navçeya Rojhilata Navîn nakokiyên xwe zêde kiriye.
Pûtîn herwaha ragehandiye: “Şerê Îsraîl-Îranê û zêdebûna wî şerê berdewam li Rojhilata Navîn rê li ber şerekî xeternak û berfireh vedike.”
Civîna BRICSê wê bi beşdariya 20 serokên dewletan pêk were û li ser nakokiyên heyî yên li cîhanê were sekinandin.
Basnews
