• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Roj roja biryar dayînê ye.

Gulan Media October 20, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Roj roja biryar dayînê ye.

Li Pîrmamê çû ser sendoqê û dengê xwe da.

Îro di çarçoveya prosesa dengdana giştî de Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî weke welatiyên din yên Kurdistanê, li debistanekî li Pîrmamê çû ser sendoqê dengdanê û dengê xwe da.

Serokwezîr yekem car karta xwe ya bayometrî da karmendên komîsyonê, piştî pencemor û îmze kir û pişt re jî pisoleya dengdanê wergirt û çû dengê xwe da û pişt re jî gotareke kurt pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî got îro roja biryar dayînê ye, hêvî dikim xelkê Kurdistanê biçe sersendoqan û biryar li ser pêşeroja xwe bide û herwiha hêvî dikim proses bi awayeke azad û demokratîk bimeşe û xelkê Kurdisanê ew kesên ku, xizmet dike padaşit bike û ew kesên ku, bi çarenivîsa gelê Kurdistanê dilîze ceza bike.

 

Top