• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê dengê xwe da

Gulan Media October 20, 2024 Nûçe
Serokê herêmê      dengê xwe da

Li Hewlêrê çû ser sendoqê û dengê xwe da.

Kêliyek beriya niha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaî weke welatiyên din li Hewlêrê, çû ser sendoqê dengdanê û dengê xwe da.

Serokê herêma Kurdistanê jiber kêşeyeke teknîkî ya amûra dengdanê de çend deqîqeyek li bendê ma û piştî çareser kirina kêşeya teknîkî dengê xwe da.

Piştî dengdanê Serokê herêma Kurdistanê gotareke kurt jî pêşkêş kir û ragihand ku, hilbijartin gelek girînge bo rewayetî dan bi dezgehên fermî û demokrasiya herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku, daxwaz ji welatiyan dikim di vê roja çarenivîssaz de berê xwe bide sendoqên dengdanê û 4 salên pêşeroj yên Kurdistanê bi biryarê xwe gerentî bike.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha spasiya Serokwezîrê federalî û tevahiya wan aliyan jî kir ku, bi her awayî hewl bo serxistina prosesa hilbijartinê dane.

Top