Fermandarekî Polîsê Diyale hat kuştin
Li nahyeyekî ser bi parêzgeha Diyale, fermandarekî polîsê Diyale di nav mala xwe de hat kuştin.
Çavkaniyekî li nahyeya Kenanî ya ser bi parêzgeha Diyale ragehand, li nahyeya Kenan, eqîdekî polîs ê bi navê Îsam Îbrahîm di nav mala xwe de gule lê hatin berdan û hat kuştin.
Heman çavkaniyê aşkera kir, piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hevjîna wî polîsê hatiye kuştin gitin û herwaha derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê hatiye kirin.
Basnews
