• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Sêwazê du erdhej li dû hev pêkhatin

Gulan Media October 18, 2024 Nûçe
Li Sêwazê du erdhej li dû hev pêkhatin

Li gor daxuyaniya Saziya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD)ê li bajarê Sêwaz a Bakurê Kurdistanê demjimêr 11:29ê erdhejek bi hêza 4.7ê û piştre jî demjimêr 11:39ê erdhejekî din a bi hêza 4.1 pêkhatiye.

Îro 17.10.2024ê li parêzgeha Sêwaz a Bakurê Kurdistanê du erdhej li dû hev pêkhatin û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkayaragehand, AFAD û saziyên peywendîdar dest bi lêkolîn û lêgerînên li qadê dan destpê kirin. Herwaha Yerlîkaya got, ti rewşeke xirab tine û parêzgarê Sêwazê Yilmaz Şîmşek jî diyar kir, îro dibistan hatine betlane kirin.

Piştî erdheja duh a li bajarê Meletî ya Bakurê Kurdistanê ya 5.9 îro jî li parêzgeha Sêwazê du erdhej li du hev pêkhatin. Li gor daxuyaniya AFADê erdheja yekem demjimêr 11:29ê û bi hêza 4.7 bûye û 10.57 kîlometreyan di kûrayiya bin erd de pêkhatiye.

Herwaha erdheja duyem jî demjimêr 11:39ê û bi hêza 4.1 bûye.

 

Basnews

Top