• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê 187 kes birîndar bûn

Gulan Media October 17, 2024 Nûçe
Ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê 187 kes birîndar bûn

Ji ber erdheja bi pileya 5.9, li Meletî, Xarpêt û Rihayê, sê avahî herifîn û bi giştî 187 kes birîndar bûn.

Li Meletiya Bakurê Kurdistanê, îro demjimêr 10 û 46 hurdeman de, erdhejek pêk hat. Li gor saziya AFADê, erdhej bi pileya 5.9 bû û li Diyarbekir, Xarpêt, Riha û Semsûrê jî ziyan gihand avahiyan û bû sedemê birîndarbûnê.

Li bajarên Mereş, Dêrsim û gelek bajarên din hest bi erdhejê hate kirin û ziyan gihişt welatiyan.  

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragehand, li gor daneyên Wezareta Tendirustiyê, li Meletî, Riha û Xarpêtê sê avahî herifînê û li Meletî 33, Xarpêtê, 32, Semsûrê 18 û Diyarbekirê 17 kes, tevî bajarên din bi giştî 187 kes birîndar bûne. 

Ji ber Erdhejê li Meletî, Riha, Xarpêt, Semsûr û Batmanê, ji bo dibistanan yek roj bêhnvedan hate dayîn. 

Yerlîkaya got, ji ber erdhejê jêrxana bajaran û nexweşxaneyan zîyan nedîtine û di gihandina av û elektrîkê de jî kêmasî nîne. 

 

Basnews

Top