Wezareta derve ya Amerîkayê dest bi nûjen kirina perestgeha Laleşê kir
Serokê şaredariya Şêxanê û serpereştyarê nûjen kirina perestgeha Laleşê Xalîd Nermo ji BasNewsê re ragehand, îro 16.12.2019ê li gor bernameya parastin û nûjen kirina cîhên dîrokî û çandî ya Kurdistan û Iraqê, ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve, projeya nûjen kirina perestgeha Laleşê, ku berê civata ruhaniya êzdiyan û zankoya Pensîlvanyayê rêkeftin li ser kiribûn destpê kir.
Herwaha got, proje bi serpereştiya tîmeke zankoya Pensîlvanya û civata ruhaniya êzdiyan ve berdewam dibe. Yekem care ji aliyê wezareta derve ya Amerîka û balyozxaneya wî welatî ya Bexdayê ve pare bo perestgeha Laleşê tê cuda kirin.
Berî naha ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarek kesên xêrxwaz ve 500 milyon dînar bi armanca nûjen kirina perestgeha Laleşê re hatibû cuda kirin. Ji ber wê sedî 10ê nûjen kirina projeyê hatibû bicîhanîn.
Basnews
