• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bajarên herî hejar li Bakurê Kurdistanê ne

Gulan Media October 16, 2024 Nûçe
Bajarên herî hejar li Bakurê Kurdistanê ne

 Li gorî amarên BDDKyê, bajarên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ne û yên herî hejar û xizan jî yên Bakurê Kurdistanê ne.

Lijneya Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankayan (BDDK) a Tirkiyeyê amarên pereyên li bankayan ên li her bajarekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gorî amaran, Stenbol bi 6 trîlyon û 837 milyar û 854 hezar lîreyan ku dike nêzîkî 200 milyar dolarî bajarê herî dewlemend e.

Enqere bi 2 trîlyon û 60 milyar û 520 milyon lireyan ku dike nêzîkî 60 milyar dolarî bajarê duyemîn û Îzmîr bi 848 milyar û 34 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 25 milyar dolaran sêyemîn bajarê dewlemend e.

Piraniya bajarên hejar û xizan bajarên wekî Erdexan, Kilîs, Colemêrg, Sêrt, Mûş, Bêdlîs, Dêrsîm, Îdir û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Erdexan bi 4 milyar û 702 milyon lîre pereyên li bankayan ku dike nêzîkî 137 milyon dolaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê herî hejar û xizan e.

Piştî Erdexanê bi 5 milyar û 347 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 157 milyon dolaran Kilîs duyemîn bajarê herî xizan e û Colemêrg bi 6 milyar û 22 milyon lîreyan ku dike 176 milyon dolar sêyemîn bajarê herî xizan e.

 

Rudaw

Top