• Wednesday, 11 February 2026
logo

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a PDKê lêborîna xwe ji wan kesan xwest ku ji ber nebûna cîh nekarîn derbasî stadyoma navnetewî ya Hewlêrê bibin

Gulan Media October 16, 2024 Nûçe
Lijneya Bilind a Hilbijartinan a PDKê lêborîna xwe ji wan kesan xwest ku ji ber nebûna cîh nekarîn derbasî stadyoma navnetewî ya Hewlêrê bibin

Lijneya Bilind a PDKê bo hilbijartinê di daxuyaniyekî de ragehand: “Mitînga girseyî ya îro a li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, ku mitînga dawî ya hilbijartinê bû ji bo piştevaniya lîsta 190 a PDKê bi serkeftinî bi dawî hat.”

Herwaha amaje bi wê kiriye: “Em spasî û pêzanînên xwe yê zêde bo dilsoziya vê girseya hêja ya Hewlêr û herwaha ji ber sedema nebûna hejmareke zêde û berfireh a girseyî bi ked û dilsoziya partiya me di nav qada Şehîd Franso Herîrî, daxwaza lêborînê li wan dehan hezar endam û alîgirên hêja yê partiya xwe dikin, ku ji ber zêde beşdarvanan, derfet bo wan nehat avakirin û nekarîn bêne nav qadê û beşdarû wê mitînga mezin a dîrokî bibin û neçar man vegerin malên xwe.”

Herwaha aşkera jî kir: “Em careke din lêborîna xwe ji wan dixwazin û radigihînin ku roja 20ê Cotmehê emê dengê xwe bidin lîsteya 190 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serkeftin nêzîk e.”

 

Basnews

Top