Li Meletiyê erdhejeke mezin çêbû!
Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.
Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Qelayê ye.
AFADê diyar kir ku erdhejê saet 10:46an rû daye û kûrahiya wê 10,07 kîlometre bûye.
Hat zanîn ku bajarên li derdorê yên wekî Xarpêt, Dêrsim, Dîlok û Amedê jî hejiyane.
Xelk ji tirsa erdhejê derketiye derve.
Heta niha li ser xisarên erdhejê ti daxuyanî nehatiye.
#DEPREM
Büyüklük:5.9 (Mw)
Yer:Kale (Malatya)
Tarih:2024-10-16
Saat:10:46:31 TSİ
Enlem:38.36583 N
Boylam:38.79611 E
Derinlik:10.07 km
Detay:https://t.co/BCPiFDMOqD@afadbaskanlik @trthaber @anadoluajansi
— AFAD Deprem (@DepremDairesi) October 16, 2024
