Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 2 keçên bin 18 saliyê ji aliyê PKKê ve hatin revandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca biçekkirina wan, 2 ciwanên di bin 18 saliyê re ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandin.
Li gor jêderekî agahdar ji K24 re ragehandiye, Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê li Rojavayê Kurdistanê roja 13ê cotmehê 2 ciwanên bi navên Sîlva Xelîl Husên û Neîme Hesen Husên ji taxa Şêx Meqsûd revandin.
Herwaha hat ragehandin, ew her du keç dayibûyên sala 2007an in û dotmamên hevdu ne û dema diçûn mala meta xwe, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin revandin.
Li gor heman jêderê, ew her du keç ji bo navendeke çekdarkirinê ya taybet bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine birin.
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn bi hezaran Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.
Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.
Basnews
