Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn ê projeyekî niştecîhbûn û parkekî li qeza Enkawe danî
Îro 14.10.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li qeza Enkawe kevirê bingehîn ê herdu projeyên ji bo çêkirina xaniyên niştecîhî bo xelkê hejar û kêmderamet ê Enkawe û çêkirina parka Gennapa Babil danî.
Serokê Hikûmetê gotarek pêşkeş kir û ragehand, serbilindin ku li vî welatî dijîn ku welatê pêkvejiyana aştiyane û hêvinê serbilindiya me ye û Enkawe jî bajarê pêkvejiyan û aştî û biratiyê ye.
Serokê Hikûmetê got, piştî ku sê sal berî naha biryara bi qezabûna Enkawe me da, naha Enkawe roj bi roj di pêşketin û mezinbûnê de ye û bûye mînaka herî diyar a pêkvejiyan û netew û olên cuda li Rojhilata Navîn û xelkekî zêde ji Xirîstiyanan bi sedemên cuda û bi naçarî li Bexda û Deşta Nînowa û Sûriyê ve berê xwe dane Enkawe û li vê deverê niştecîh bûne û bûye penagehek ji bo Xirîstiyanên deverê. Li cîhên din hejmara Xirîstiyanan kêm dibin lê em dibînin li Enkawe roj bi roj û salane hejmara Xirîstiyanan zêdetir û berfirehtir dibin, ji ber hest dikin ku ev dever arame û mala wan bixwe ye. Em dê hewla berdewam de bin ji bo alîkariya koçber û penaberên dixwazin bi dilê xwe û daxwaza xwe ve bi serbilindî wegerin.
Serokê Hikûmetê got, îro du projeyên giring li Enkawe kevirê bingehîn ên wan tên danîn ku yek ji wan çêkirina 720 xanîyane ji bo xelkê Xirîstiyanên Enkawe, yên ku kirêçî ne û hejar û kêmderametin. Ew xaniyane dê bi nirxekî gelek guncaw û bi qist ango texsîtên demdirêj ve ji wan re bê dayîn. Projeya duyem jî çêkirina parka Enkawe ye ku dibe yek ji parkên herî mezin a Enkawe û dê li ser budceya veberhênan a Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê çêkirin. Gelek beşan pêktê, wek cîhê lîstokên zarokan, cîhên werzişê, cîhê parka otomobîlan û herwaha rûberekî zêde yê parkê jî dê ji bo şînkayiyê bê veqetandin û bi temambûna dibe cîheke giring û diyar, ji bo bêhnvedana li Enkawe.
Basnews
