• Wednesday, 11 February 2026
logo

Partiya Davutoglu û pirsgirêka Kurd

Gulan Media December 15, 2019 Nûçe
Partiya Davutoglu û pirsgirêka Kurd
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutolgu partiyeke bi navê Gelecek Partîsî ango Partiya Paşerojê ragihand. Davutoglu di merasîma danasîna partiya xwe de rexne li polîtîkayên partiya xwe ya berê AK Partiyê girt û derbarê Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê de soza reforman da. Siyasetmedar û şîrovekarên siyasî yên bakur gotin ku, dibe ku Davutoglu hin reforman pêk bîne lê heta ku em di pratîkê de gavên şênber nebînin em nikarin baweriyê bi gotinan bînin.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu piştî nîqaş û xebateke dirêj partiyeke bi navê Gelecek Partîsî ango Partiya Paşerojê ragihand. Davutoglu di merasîma danasîna partiya xwe de rexne li politikayên partiya xwe ya berê AK Partiyê girt û derbarê Pirsgirêka Kurd, azadiya fikir û ramanî, serdestiya hiqûqÎ, pergala rêveberiya dewletê û polîtîkaya derve de qala reforman kir. Davutoglu ji beriya ku partiya xwe damezrîne çendîn caran serdana bajarên bakur kir û bi giregir û kesên naskirî re hevdîtin pêk anîn. Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu got, Davutoglu di çarçoveya nêrîna Osmaniyan de li Pirsgirêka Kurd dinihêre û heger hêza wî hebe û bixwaze dê bikaribe gavên baş biavêje.

Îbrahîm Gûçlû (nivîskar û şîrovekarê siyasî), dibêje:"Dema ku em li bernameya partiya Davutoglu dinire em dibînin ku demokrasî, mafê mirovan û azadiya fikir û ramanî diparêze , ev tiştên baş in. Lê em nikarin îro bêjin ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurda tiştekî pêşniyar dike. Zû ye ku em vê red bikin an qebûl bikin. Lê em wekî neteweya Kurd di rêya xwe de diçin heger ku tirkekî ji bo çareseriyê bibe alîkar em dikarin bi wan re danûstandinê bikin."

Di nava 154 kesên damezrînerên Partiya Paşerojê de gelek Kurdên ku berê di nav AK Partiyê de siyaset dikirin jî cih digirin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, ji ber ku AK Partî ji polîtîkayên 2002'an dûr ketiye baweriya gelek Kurdan nema ye ku AK Partî bi esasên maf û demokrasiye Pirsgirêka Kurd çareser bike. Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)'ê Bayram Bozyel got, ji ber ku Davutolu jî ji kevneşopiya AK Partiyê tê divê Kurd gelekê hêvîdar nebin lê dibe ku bi partiyên nû rewşa niha ya awarte bi dawî bibe.

Bayram Bozyel (cîgirê serokê giştî yê PSKyê) got:"Bi ya min divê em nekevin nav hêviyên mezin. Ji ber ku Davutoglu ji kevneşopiya AK Partiyê tê. Bi ya me dê bi van partiyên nû rewşa awarte ji holê rabe, ev tûndetûjî bidawî bibe. Tirkiye jî nikare êdî vî barî hilgire. Siyaseta li ser dijayetiya Kurdan divê bi dawî were. Davutoglu an kesekî din were serî jî tiştê ku bike ev e ji vê zêdetir nikare tiştekî din bike."

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, heger partiyên Davutoglu û Babacan bi rastî jî pirsgirêkan çareser bikin û bi bernameyên reformê derkevin pêş welatiyan dê bikaribin li bakur rêjeyeke zêde ya dengan ji AK Partî û HDP'ê bigirin lê ji ber ku soz û we'dên xwe cîbicî bikin divê pêşî bihêz bin an jî bibin desthilatdar.

K24
Top