Operasyona Pêşmerge li Germîyanê destpêkir
Nûçegehan Kurdistan 24 li devera Germiyan ragehand, hêzên lîwa 16 û 5 ser bi wezareta Pêşmerge li derdorê Kolleco operasyonek bo ser wan deveran destpêkirin ku guman dihêt kirin çekdarên Daişê xwe têde veşartibin.
Nûçegehanê Kurdistan 24ê got jî: Hêzên Pêşmerge wan deveran dadimalin ku çekdarên Daişê ji wir ve hêrişan dikin ser Kolleco û gundên wê sinûrî.
Ev operasyona hêza Pêşmerge piştî wê yekê dihêt, ku di dema burî de, çekdarên Daişê çend caran hêrişkirîne ser hêzên Pêşmerge û ewlekarîyê li wan deveran.
K24
