• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê: Îran terorê hinardeyî derve dike

Gulan Media December 15, 2019 Nûçe
Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê: Îran terorê hinardeyî derve dike
Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steve Mnuchin ragihand ku tiştekî ji Îranê naxwazin ji xeynî rêkeftinekê ku aramî û aştiyê ‎bîne navçeyê û eger Îran ji vê re amade be, wê demê cezayên li ser tên rakirin.‎ Herwiha Steve Mnuchin got ku Îran terorê hinardeyî derve dike û alozî bo welatên cîran çêkiriye.

Di Konferansa Doha ya Qeterê de, Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê ‎Steve Mnuchin got: “Li gor me rêkeftina etomî ya Îranê, rêkeftineke gelekî xirab e, ji ber qet nabe Îran bibe xwediyê çekên ‎etomî. Nedibû tenê 10 sal bo Îranê bên danîn wek dema pêbendbûna bi rêkeftinê, lê divabû zêdetir ‎bûya.”

Steve Mnuchin diyar kir ku hebûna çekên etomî metirsiyeke mezin bo navçeyê pêk tîne û welatên navçeyê û cîhanî jî han ‎dide daku çekên etomî bidest bixin.

Mnuchin dibêje: “Em aramiya navçeyê dixwazin, Îranê teror hinardeyî derve kiriye û ‎alozî bo welatên cîran çêkiriye. Lewra em tiştekî ji Îranê naxwazin ji xeynî gehiştina rêkeftinekê ku ‎aramî û aştiya herêmî bi pey de bê û her dema Îran bo vê yekê amade bû, cezayên li ser tên rakirin.”

Rudaw
Top