• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlementoya Tirkiye, derveyî HDP, biryara Senata Amerika şermezar kir

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
Parlementoya Tirkiye, derveyî HDP, biryara Senata Amerika şermezar kir
Parlementoya Tirkiye, biryara Kongress û Senat a Amerika girêdayî nasandina Jenosayda Ermeniyan şermezar kir.

Fraksiyonên parlementoyê yên Ak Partî, CHP, MHP û IYI Partî daxûyaniya hevbeş vajo kirin.

Herçend di medya Tirkiye de hat, ku HDP jî, dinav imzekirina daxûyaniya hevbeş de ye, liser account a xwe ya fermî HDP ragihand, ku daxûyaniya hevbeş vajo nekirin e.

Parlementerê HDP Imam Taşçier ji K24 re diyarkir, ku HDP deng neda ye daxûyaniya hevbeş. Ew bi xwe dengê – red bikar aniye. Medya Tirkiye nerastiyan belav dike!

Duhî Senat a Amerikayê pêşnûmeya nasandina Jenosayda Ermeniyan pesend kiribû.

Desthilata Tirkiye bi tundî ev pesendkirin şermezar kir.

Îro Balyozê Amerika li Enqere jî, vexwend Wezareta Derve û dilgiraniyên Tirkiye hatin ragihandin.

K24
Top