• Thursday, 14 May 2026
logo

Bexdayê yekdengiyek di navbera aliyên Kerkûkê de pêk aniye

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
Bexdayê yekdengiyek di navbera aliyên Kerkûkê de pêk aniye
Kêbirka aliyên siyasî li ser postên parêzgeha Kerkûkê berdewam e, lê rûdana xwepêşandanan li Iraqê û hewldanên hikûmetê bo bidawîkirina wan xwepêşandanan, rûyê rewşê guhert. Piştî ku parlamentoya Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehan der kir û piştre jî encamdana hilbijartinan bo demeke nediyar paş xist, nerazîbûna hizbên Kerkûkê careke din ber bi Bexda û li navxwe jî ber bi hev ve berdewam e.

Roja 28ê Cotmehê, bi piraniya dengên encûmana nûneran, karên encûmenên parêzgehan li gel Kerkûkê, hatin hilweşandin, ku ev yek ji daxwazên xwepêşanderan bû. Di encamê de piştî derbasbûna bi nêzikî 15 sal, endamên encûman parêzgeha Kerkûkê, desthilatên wan jê hatin wergirtin û vegeriyan malên xwe. Ev jî rastî nerazîbûna aliyên siyasî yên Kerkûkê hat û piraniya hizban li ser wê nerazîbûna li hember Bexdayê yekdeng bûn.

Endamê Encûman Parêzgehê ya ku hatiye hilweşandin ji fraksiyona Brayetî/ Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Kakereş Sidîq, dibêje, “Neheqî li hember Kerkûkê hat kirin, daxwazên xwepêşanderan rû li Encûmana Nûneran bû, ne li encûmenên parêzgehan. Iraq serê wê diêşe ew dest girêdidin. Ji bo ku biryarên xwe negirtin, parlemanê bi ser me de şikand.”

Li gor Kakereş Sidîq, ev biryar tenê ji bo razîkirina şeqamên Iraqê ye û karîgeriyeke xerap bo ser Kerkûkê dê pêk bîne û herwiha diyar dike, “Nemana encûmenê li Kerkûkê, nedadperweriyê dirûst dike, ne tenê bo Kurdan, bo Ereb, Tirkmen û hemû pêkhateyên din jî. Ji ber ku parêzgarê bi wekalet ê niha venagere ser ti pêkhateyan û bi takekesî bo xwe û binemala xwe kar dike.”

Mihemed Xurşîd, Berpirsê Liqa 3 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, derbarê wê biryarê de dibêje, “Pêwîst nebû ew birge bê zêdekirin. Bi xwe di binerat de endamên parlamentoyê beşek ji karê wan her bo wê ye çavdêr bin bi ser bajaran û mafê lêkolînê heye li karûbarên parêzgar, ev xapandina xelkê ye.”

Mihemed Xurşîd got, “Ev li gel me cihê gumanê ye. Em di qonaxekê de bûn ku mijûlî bi çavdêriya NYê li Ereb û Tirkmenan rêk diketin bo asayîkirina rewşa Kerkûkê, lêbelê vê biryarê ew kar jî rawestand.”

Mihemed Kemal, Serokê Fraksiyona Brayetî li encûmena hilweşandî ya parêzgeha Kerkûkê, behsa wê dike ku li gel piraniya pêkhate û aliyên siyasî yên Kerkûkê yekdeng in li nerazîbûna li hember Bexdayê û ew vê yekê li pêş çav negirtina hestyarî ya rewşa Kerkûkê dibînin. Kemal dibêje wan doz li dadgeha federalî tomar kiriye û giliya wan li ser vê biryara parlamentoyê heye, ji ber ku bi raya wan hilweşandina encûmênên parêzgehan ti peywendiyek bi dawakariyên xelkê nîne.

Nerazîbûna aliyên Kerkûkê di demekê de ye ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, 16ê Cotmeha 2017an ji ber nakokiyên siyasî û emnî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha nakokiyên di navbera pêkhateyan de, ji wê maweyê ve tenê di yek kombûnûnê de nisaba yasayî ya endaman temam bûye, di vê de jî biryar nehatiye dayîn.

Rûdana milmilaneyên naxwe

Sekinandina encûmenan, piraniya pêkhateyên siyasî yên Kerkûkê hevdeng dike, lê, 12ê Mijdarê biryara encûmena wezîran, paşxistina heyama hilbijartinên encûmenên parêzgehan, rastî şîroveyên cur bi cur û karvedanên ciyawaz hat ku vê yekê milmilaneya naxwe li wî bajarî zindî kiriye.

Bereya Erebî ku piraniya wan derbarê hilweşandina encûmanê de yekdeng bûn li gel Kurdan, vê carê weke weke bereyekî razî li gel Bexdayê bûn û paşxistina hilbijartinan bi çaksaziya dewletê dibînin.

Îsmaîl Hedîdî, Serokê Bereya Erebî ya Yekgirtî dibêje, “Bi ya min paşxistina hilbijartinan gelek girîng e, ji ber ku niha rewş wiha dixwaze û xwepêşander jî vê dixwazin. Niha şoreş li welat pêk hat, guhertin di rê de ne. Ev şoreş dixwaze her tiştî rabimale û rawestîne. Heta dixwaze arasteyê rûyê siyasiyan jî biguhere.”

Hedîdî daxwaz ji siyasiyên Kerkûkê kir di vê heyamê de têgihiştina wan hebe û bi raya wî ev biryar dê bibe rêyek bo parastina Kerkûkê bi yekrengî û cudanebûna ji hev.

Lê berevajî vê, Kurd ku piştî 16ê Cotmehê postên bilind jê hatine standin û desthilata wan li nav bajar lawaz bûye, gumana wan ji wê yekê heye ku paşxistina hilbijartinan bi mebesta pêkanîna çaksaziyan be û Mihemed Xurşîd, Berpirsê Liqa 3 ya PDKê dibêje, “Bo me ecêb e, hinek bereyên ku xelk bi xwe li dijî wan xwepêşandanan dikin, tên bi navê xelkê hilbijartinan paş dixin. Eger mebesta desthilatê çaksazî bin, em li gel wan in, lê eger mebest hiştina komekê be li ser desthilatê, ew karekî baş nîne.”

Bi nêrîna berpirsê YNKê, paşxistina hilbijartinan û rewşê, ew rêkevtin têk da ku di navbera pêkhateyan de hatibû kirin derbarê dabeşkirina postan li Kerkûkê. Bi gotina wî, dawîn rêkevtin li gel pêkhateyên Kerkûkê li ser wê yekê bû ku postê parêzgar bi Kurdan bê dayîn, li beramber jî serokayetiya encûmenê Tirkmen be û cîgirê parêzgar jî ji pêkhateya Ereb be. Kakereş Sedîq dibêje, “Em li ser vê yekê rêkevtibûn, lêbelê li gor min, bi paşxistina hilbijartinan pêkhateyên din hest bikin rewş guheriye, dibe daxwazên wan zêdetir bin, dibe daxwaza postên rêveberiya giştî yên zêdetir bikin.”

Pêkhateya Tirkmen jî nîgeran e ku hikûmeta navendî bi paşxistina hilbijartinan desthilata xwe li Kerkûkê bihêztir bike. Hesen Turan, cîgirê berpirsê Bereya Tirkmenî di konferanseke rojnamevanî de, roja 14ê Mijdarê, ragihand ku ew li dijî paşxistina hilbijartinan in û bi rêyekê dibînin bo vekirina derê gendeliya îdarî û bihêzkirina desthilata navendî li Kerkûkê.

Hilbijartinên encûmena parêzgehan, Kerkûk jî di nav de, biryar bû, 1ê Nîsana 2020an bên encamdan, lêbelê li gor biryara encûmena wezîran a Iraqê, ji ber xwepêşandanên li wî welatî bo demeke nediyar hatin paşxistin.

Pirsa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, weke yek ji kêşeyên çaresernekirî di navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de maye ku heta niha milmilaneya neteweyan li aliyekê û hizbên siyasî li aliyekî din karîgerî bi ser wê yekê de heye.

Rudaw
Top