• Wednesday, 11 February 2026
logo

Putin û Pizîşkiyan li hev civiyan

Gulan Media October 12, 2024 Nûçe
Putin û Pizîşkiyan li hev civiyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li hev civiyan.

Hevdîtin li Aşkabata paytexta Turkmenistanê hat kirin û saetekê ajot.

Putin da zanîn, “Pêwendiyên Rûsya û Îranê stratejîk û ji dil in” û berdewam kir:

“Pêwendiyên me yên bi Îranê re ji bo me li pêş in û bi awayekî baş bi pêş dikevin.

Em dibînin ku îsal qebareya me ya bazirganiyê zêde dibe.”

Vladimir Putin amaje pê kir ku her du welat di mijarên navneteweyî de xebatên hevpar û aktîv dimeşînin û got ku Tehran û Moskow li ser bûyerên cîhanî xwediyên fikrên nêzîk in.

Putin, Serokkomarê Îranê vexwend Moskowê û wî jî ev dawet qebûl kir.

 

Rudaw

Top