• Wednesday, 11 February 2026
logo

Termê fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdaran ku li gel Nesrula hatibû kuştin hat dîtin

Gulan Media October 12, 2024 Nûçe
Termê fermandarekî payebilind ê Sipaha Pasdaran ku li gel Nesrula hatibû kuştin hat dîtin

Duh 11.10.2024ê desthilatdarên Îranê ragehandin ku termê generalekî Sipaha Pasdaran hatiye dîtin ku li gel serokê giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrulah di êrîşa Îsraîlê ya li Beyrûtê hatibû kuştin.

Di beyanameyekî Sipaha Pasdarên Îranê de hat gotin: ‘’Piştî hewldanên berdewam termê Ebas Nalfiroşan ji bin xirbeyan hatiye derxistin.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Piştre dê dema vegerandina termê nalfiroşan bo cîh û warê xwe û bernameya serxweşî û veşartina termê wî dê bê ragehandin.’’

Ebas Nalfiroşan berpirsê herî payebilind ê Sipaha Quds bû ku operasyonên derve yên Sipaha Pasdarên Îranê birêve dibir û roja 27.09.2024ê li gel Hesen Nesrula hat kuştin.

 

Basnews

Top