Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Amerîkayê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke Amerîkayê re danûstandinan li ser bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dike, aliyê Amerîkayê tekezê li ser giringiya piştevanîkirina Pêşmergeyan û parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro 11.10.2024ê pêşwaziya şandeke Amerîkayî bi serokatiya Kongirêsmen Seth Molten kir.
Di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên Îraq û deverê û bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li hev guhertin.
Kongirêsmen Seth Molten amaje da ku, Herêma Kurdistanê li deverê dost û hevpeymaneke bawerpêkirî ya Amerîkayê ye, herwesa tekez li ser giringiya piştevanîkirina Pêşmergeyan û parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê jî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariya Amerîkayê kir û heza Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir mukomkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de tekez kir.
Mijara tewerekê serekî yê wê civînê jî danûstandinên li ser pêşkeftinên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge bû, her du alî li ser giringiya piştevanîkirin û biserxistin û bileztirkirina çaksaziyan û yekkirina hêza Pêşmergeyan hevnerîn bûn.
Giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê û rewşa aloz û şer û girjiyên Rojhilata Navîn û bizavên çespandina ewlehî û seqamgiriyê li deverê jî hin mijarên tewerekê din ê danûstandinan bûn.
