• Wednesday, 11 February 2026
logo

HDPê pêşwazî li biryara Senata Amerîka ya Qirkirina Ermeniyan kir

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
HDPê pêşwazî li biryara Senata Amerîka ya Qirkirina Ermeniyan kir
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) da xuyakirin, ew pêşwaziyê li biryara Senatoya Amerîka ya derbarê qebûlkirina yasaya Qirkirina Ermeniyan dikin û divê Tirkiye bi hemû karesatên dîrokî re rûbirû bibe.

Parlamentoya Tirkiyê, bi beşdariya parlamenterên AK Partî, MHP, CHP û Îyî Partiyê, biryara Senatoya Amerîkayê şermezar kir.

Cîgirên Serokê Fraksiyona HDPê di Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç û Fatma Kurtulan bi daxuyaniyeke nivîskî ragehandin, ew piştevaniya daxuyaniya Parlamentoya Tirkiyê nakin.

Dan zanîn, ew naxwazin karesatên weha bibin muzeyedaya siyasî ya navnetewî û dixwazin êşên mezin yên Ermeniyan û hemû êşên liser vê xakê bi hemû aliyan ve werin lêkolînkirin.

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier jî bo Kurdistan24 da xuyakirin, Fraksiyona HDPê dengê nexêr bikar aniye.

Encûmena Senatoya Amerikayê pêşnûmeya nasandina Jenosayda Ermeniyan pesend kiribû. Parlamentoya Tirkiyê jî bi tundî ev pesendkirin şermezar kir.

K24
Top