BEXDA - Çîroka ciwanê ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû kuştin û hilawîstin
Tîma Rûdawê li Bexdayê çû mala wî ciwanê ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû kuştin û piştre termê wî hatibû hilawîstin.
Dapîra wî ciwanî Semîre Ehmed dibêje, ew çûbû neviyê xwe ji destên xwepêşanderan derxe vegerîne malê, dibîne ku bi kuştî hatiye daleqandin û aşkere dike, “30 kêr li Heysem dabûn.”
Meta wî nûciwanî jî dibêje, biraziyê wê hişyarî dabû xwepêşanderan ku nehên ber deriyê wan, xwepêşanderan jî gef li wî xwaribûn, ew jî diçe çeka bavê xwe derdixe û guleyekê diteqîne, ne tu kesek kuştiye û ne tu kesek birîndar kiriye, lê xwepêşanderan ew girtin û birin.
Hilawîstina nûciwanekî 14 salî, beşeke xwepêşanderan û xelkê Bexdayê hêrs kiriye û ew dibêjin, milîsên çekdar ew kar kirine, da ku rûmeta xwepêşanderan xera bikin, weke hêcetekê bidin destê hikûmetê da ku xwepêşandana tepeser bike.
Xwepêşanderekî bi navê Ehmed Mûsa dibêje, “Ev karekî baş nebû, gelek xerab û di berjewendiya me de nebû” û diyar dike ku ew dê bûyer dê kargeriyeke xerab li ser xwepêşandanan bike û xelk dê kêmtir beşdarî xwepêşandanan bibin.
Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî jî duh di gotara xwe de, bûyera darvekirina wî ciwanê 14ê salî ji aliyê grûpeke xwepêşandanan ve li Bexdayê, şermezar kiribû û daxwaz ji hêzên emnî yên wî welatî kiribû ku encamderên wê bûyerê aşkere bikin.
Li Bexdaya paytexta Iraqê roja 12ê vê mehê ciwanê bi navê Heysem Elî Îsmaîl ê 16 salî ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû girtin û bi tohmeta ku ‘teqe li xwepêşanderan kiriye’ hatibû darvekirin.
Berdevkê fermî yê fermandarê hêzên çekdar yê Iraqê Liwa Ebdulekerîm Xelef ragihand ku ew kesê ku hatiye kuştin, li gel xwepêşanderan beriya niha şerê devkî kiribû ku ew xwepêşander li pêşiya mala wî kom dibûn û ew ji wê yekê nerazî bû.
Rudaw
