Mesrûr Barzanî: PDK dixwaze dawî bi desthilata diz û hîzan bîne
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî ragehand; ‘’PDK dixwaze dawî bi desthilata diz û hîzan bîne.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî li Soranê beşdarî mîtînga PDKê ya li wê deverê bû û ragehand: ‘’Xelkê devera Soranê ez keyfxweşim ku dibînim we biryar daye PDK serkeftiyê helbijartinê be. Îro li malbenda Baregayê Barzanî yê nemir li cîhê şoreşa Îlonê rêveberiya herî mezin a tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê dikir, em lê civiyane ji bo ku biryara dawî ya derbarê helbijartinên pêş de em bidin û lîsteya PDKê serbixin.’’
Herwaha got: ‘’Divê di bîra me de be, piştî çend rojên din emê biçin ser sandoqa dengdanê, em dema deng didin biryar li ser çarenivîsa welat û şêwazê hukimraniyê didin. Divê em hişyar bin ku hukimraniya paşerojê divê em radestî kî bikin. Divê em bizanin raboriya wan aliyên ku daxwaz dikin di vê helbijartinê de deng û baweriya xelkê Kurdistanê wergirin, divê bizanin ew kî ne û raboriya wan çiye û çi bernameya wan heye? Ew biryarên we çarenivîsa we û ya newiyên we dê diyar bike û divê gelek bi hûrî wê biryara xwe hûn bidin.’’
Derbarê diruşma aliyan de jî Mesrûr Barzanî got: ‘’Wan yek diruşm jî tine ku ji bo we be, ku behsa baştirkirina rewş û debara jiyana we bikin, tenê diruşmê wan aliyan hemû ji bo bêhêvî kirina xelkê Herêma Kurdistanê ye.’’
Herwaha got: ‘’Wekî çawa berê wan aliyan nekariye PDKê pêşî lê bigrin, naha jî nikarin PDKê ragirin, nikarin PDKê rawestînin û nikarin bigehin armancên xwe yên çepel.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’Ji bo pirsgirêka madeyên hişber bê çareser kirin, divê ew kargehên ji bo madeyên hişber ava kirine bên têkdan. Ji bo ku gendelî nemîne, ewên pare spî dikin û bi balefirên taybet pare ji welat derdixin û dibin derve, divê ew nemînin.’’
Barzanî got: ‘’PDK berxwedêr bûye, li hember planên nehez û dijminan berxwedaye, ji naha û pê de jî dê li hember hemû metirsiyekî berxwedêr be, bi piştevaniya xwedê û bi hevkarî û piştevaniya we, PDK ti demekî ji ti dijminekî netirsiyaye û ji naha û pê de jî natirse, çawa berxwedêr bûye, dê naha û pê de jî her wisa berxwedêr be.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’PDK dixwaze dawî bi desthilata diz û hîzan bîne û yasayê ser bike li vî welatî.’’
Basnews
