• Thursday, 14 May 2026
logo

ROJAVA - Aliyên Kurdî: Kilîd di destê Rûsyayê de ye

Gulan Media December 13, 2019 Nûçe
ROJAVA - Aliyên Kurdî: Kilîd di destê Rûsyayê de ye
Aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di wê bawariyê de ne ku kilîda çareseriya siyasî li Sûriyê di destê Rûsyayê de ye. Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî herî dawî ji zarê serkirdeyekî xwe ve ragihand, ku ew amade ne danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re biin, eger Rûsya bibe navbeynkar û garantor.

Endamê Serkirdatiya ENKSê, Mihemed Îsmaîl amadebûna ENKSê bo destpêkirina diyalog û danûstandinan bi hikûmeta Şamê re nîşan da û tekez kir, eger Rûsya bibe garantor ew amade ne danûstandinê bi Şamê re bikin.

Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand: “Eger dewletek weke Rûsya xwedî rol garantor be, ji bo danûstandinan em amade ne, ji ber ku hinek ne bawarî di navbera me û hikûmetê de heye. Bi fermî me jê nexwestiye lê me jê xwestiye ku piştevaniya me di Komîteya Destûrî de bike û metirsiyê li ser miletê me kêm bike. "

Li aliyê din, navbeynkariya Rûsya di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xewser de nîvco maye û hêj danûstandinên siyasî di navbera herdu aliyan de nehatine destpêkirin. Daxuyanî û reftarên ku hikûmeta Sûriyê dike, rojane herdu aliyan ji hev dûrtir dike.

Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê, Hikmet Hebîb dibêje, “Dewleta Sûriyê yan rêjîma Sûriyê wiha dibîne ku Rêveberiya Xweser tine ye, lê belê yasaya birêveberiya xwecehî û nenavendiyeke îdarî heye, ev jî ne li gor xwesteka gelê me ye, em hewl ji bo nenanvendiya demokrat didin ku hemû tê de wek hev bin."

Hikmet Hebîb herwiha got: “Ji bilî vê jî em dibînin biryara li Şamê di destê lobiya Îranê de ye û berjewendiya Rûsyayê jî xwe ferz dike, û herweha hêvî dikin ku di qonaxa bê de, vegera Amerîkayê bo navçeyê bibe sedema aktîvkirina diyalogê."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ku di heman demê de şanderê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ê ji bo dosyeya Sûriyê ye, di civînên xwe yên vê dawiyê de ligel ENKSê tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî û danûstandinên bi Şamê re kiriye.

Rudaw
Top